Nêçîrvan Barzanî serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêsta Kurdî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir  û got: “Serkeftina konferansê li hemûyan pîroz dikim ku cihê kêfxweşiyeke mezin e û dilê gelê Kurdistanê li hemû cihan xweş kir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand, “Spas û destxweşî ji bo birêz Mazlûm Ebdî û ENKS û hemû xuşk û birayên ku ji bo lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurd li Sûriyê kar kirin. Serkeftina konferansê li hemûyan pîroz dikim ku cihê kêfxweşiyeke mezin e û dilê gelê Kurdistanê li hemû cihan xweş kir.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Hêvîdar im bibe sedema xurtkirina yekrêzî û yekhelwêstiya Kurd ku tenê riya misogerkirina mafên kurdan e li Sûriyê. Em hemû piştgirî û alîkariya xwe ji bo van hewlên dilsoz û ji bo mafên rewa yên Kurdan û hemû pêkhateyan, herwiha ji bo aramî û tenahî û aştiyê li Sûriyê û herêmê dubare dikin.”

Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, duh 26ê Nîsana 2025an Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.

Di daxuyaniya dawî ya konfernasê de jî hat gotin: “Beşdarên konferansê ‘dîtina hevbeş a Kurd’ wekî belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolektîf a Kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh a pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de pêşniyar dike.

Herwiha konferansê biryar da ku di zûtirîn dem de şandeyek hevbeş ji partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, da ku li ser bingeha têgihîştin û nêrîna hevpar a ku di konferansê de derketiye, li Şamê danûstandinan bi rayedarên heyî yên Sûriyeyê re bikin.

 
Fly Erbil Advertisment