Îsmaîl Beşîkçî: Girîng e Kurd li dora Serok Mesûd Barzanî werin cem hev
Diyarbekir (K24) – Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistan di nava kurdên tevahiya cîhanê de bi cihê keyxweşiyê û hêviyên neteweyî jî geştir kir. Nivîskarên Bakur jî bo wêneyê li Konferansê derketî holê spasiya Serok Barzanî kirin û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî jî amaje kir girîng e ku Kur dli dora serokek wek Mesud Barzanî werin cem hev û daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin.
Wêneyê di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derketî holê de û peyamên li konferansê hatîn ragihandin di nava kurdên Bakurê Kurdistanê de jî keyfxweşiyek derxist holê û moral da raya giştî ya kurd. Nivîskar dibêjin giring e ku kurd bo mafên xwe yên neteweyî werin cem hev û hewlên Serok Mesud Barzanî jî wek xebatek girîng û hêja tê dîtin.
Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Girîng e ku kurd li dora serokek wek Serok Mesud Barzanî bibin yek û bo mafên xwe yên neteweyî konferansan li dar bixin. Di qada navneteweyî de pêwendiyên giring ên Serok Mesud Barzanî hene û di qada navneteweyî cihek wî yê rêzdar heye. Girîng e ku êdî kurd bîra karesatên ku hatine serê wan dibin. Divê kurd li Rojavayê Kurdistanê dest ji statuye bernedin û heta dawiyê bo statuyê bixebitin.”
Nivîskar û lêkolîner tînin zimên ku ew spasiya Serok Mesud Barzanî dikin û bo bidestxistina statuyek bo kurdan li Rojavayê Kurdistanê jî balê dikêşin ku derfet baş werin bikaranîn.
Lêkolîner Seyda Goyan dibêje: “Em spasiya Serok Mesud Barzanî dikin, em ji wêneyê derketî holê keyfxweş in û dixwazin kur dli Rojava bibin yek û daxwaza mafên xwe yên neteweyî bikin.”
Nivîskarên Bakurê Kurdistanê dibêjin piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji bo lidarxistina konferansê hêviyên kurdan a bo pêkanîna yekîtiya neteweyî xurt kiriye û ev yek ji bo hemu kurdan dibe mînak.
Nivîskar Seîd Veroj tekez dike: “Rola Serok Barzanî pîroz e, bila aliyên rojava jî bi yekhelwest herin Şamê û daxwaza statuyê bikin.”
Nivîskar û lêkolîner dibêjin, di erdnîgariyek zehmet de û demek astengî hene de Serok Barzanî kariye kurdan li Rojava bo bidestxistina mafên neteweyî bîne cem hev û ji ber wê konferans girîng û hêja tê dîtin.”