Ehmed Şera ji bo Îraqê tê vexwandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Rewşenbîrî û Şûnwarî yê Îraqê daxwazeke fermî arasteyî Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera dike, ji bo ku li roja 17ê Gulanê li Lûtkeya Erebî ya Bexdayê amade bibe.
Wezîrê Rewşenbîrî û Şûnwarî yê Îraqê Ehmed Fekak Bedranî îro (Yekşem, 27.04.2025) eşkere kir ku, li ser daxwaza Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd, daxwazeke fermî arasteyî Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera kiriye, ji bo ku li roja 17ê Gulanê li Lûtkeya Erebî ya Bexdayê amade bibe, ku tê de danûstandin li ser qebxwaziyên di rêya gelên Erebî de tên kirin.
Ehmed Fekak Bedranî amaje jî da ku, di serdana xwe ya Sûriyeyê de bi wezîrê rewşenbîrî yê wî welatî re civiyaye û pê re danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên çandî di navbera her du welatan de jî kirine.
Wezîrê Rewşebîrî yê Sûriyeyê Mihemed Yasîn jî di wê hevdîtinê de gotiye ku, Îraq û Sûriye bi şaristanîtiyeke kevn û biratî û hebûna wan li ser axekê bi hev re hatine girêdan, ku sinorekî çêkirî ew ji hev cuda kirine.
Wezîrê Rewşebîrî yê Îraqê jî ragehand, “Em di tevaya waran de ji bo hevahengiya bi Îraqê re amade ne, lewma em di warên rewşenbîrî û çandî de jî peywendiyên xwe pêş ve dibin.”