Şandên bilind ên PDK û YNKê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandên bilind ên PDK û YNKê li havîngeha Dukanê dicivin û danûstandinan li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Biryar e îro (Duşem, 28.04.2025) şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li havîngeha Dukanê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.
Şandên bilind ên PDK û YNKê pêştir jî gelek caran li ser astê bilind û tîmên teknîkî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê civiyane, niha jî gehiştine qonaxa parvekirina postan.
Serkirdeyên van her du partiyan tekezê li ser wê yekê dikin ku, di demeke nêzîk de kabîneya nû ya hikûmetê tê pêkanîn.
Dawî civîna PDK û YNKê ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 17ê vê mehê li Nivîsîngeha Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li Silêmaniyê hat kirin.
Ew civîn ji du navbiran pêk dihat; navbira yekê di navbera her du şandên teknîkî yên PDK û YNKê de bû û ya duyê jî di navbera her du şandên bilind ên wan her du partiyan de bû.