Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serperiştiya civîna PDK û YNKê dikin

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî
Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna şandên bilind ên PDK û YNKê ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî bi rê ve diçe.

Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê Aram Bextyar, her du şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro (Duşem, 28.04.2025) bi serperiştiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî dicivin.

Her li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê, di wê civînê de, ku seet 12:00 ê nîvroyê li havîngeha Dukanê bi rê ve diçe, danûstandin li ser dawî pêngavên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parvekirina postên hikûmî tên kirin.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Biryar e piştî temambûna wê civînê, careke din her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê ji bo pejirandina dawî hevfêmkirinên navbera her du partiyan ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê bicivin, paştir biryar li ser destpêkirina civînên Perlemana Kurdistanê tê dan.

Heta niha Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî du caran li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyane, cara dawiyê li roja 16.03.2025ê anku di roja salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment