Kabîneya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê îro dicive

Diyarbekir (K24) - Civîna Lijneya Wezîran ango Kabîneya Serokkomariyê îro dê di bin serokatiya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de bicive. Civîna kabîneya dê li Kuliyeya Serokkomariyê bê lidarxistin. Tê payîn ku di vê civînê de, biryarên girîng ên hikûmetê dê werin girtin, mijarên krîtîk ên di rojeva welêt de werin nîqaşkirin.
Civîna Lijneya Wezîran ango Kabîneya Serokkomariyê îro (28ê Nîsanê) dê li Kuliyeya Serokkomariyê bê lidarxistin. Tê payîn ku di vê civînê de, biryarên girîng ên hikûmetê dê werin girtin, mijarên krîtîk ên di rojeva welêt de werin nîqaşkirin. Civîn dê saet 15.00an dest pê bike û tê çaverekirin piştî civînê Serokkomar Erdogan derkeve pêşberî kamerayan û derbarê civîn û rojevê de hin daxuyaniyan bide. Dê di civînê de çi bê gotûbêjkirin?
‘Erdhejeke bi Hişyariya 6.2 li Stenbolê’
Yek ji mijarên sereke yên rojeva Civîna Kabîneyê dê pêşketinên girêdayî erdheja 6.2 pileyî ya li Stenbolê de be. Lêkolînên nirxandina zirarê li ser bandorên erdhejê dê werin nirxandin. Her wiha, planên ji bo hilweşandina avahiyên xeternak û gavên ku ji bo nûjenkirina wan werin avêtin dê di rojevê de bin.
‘Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror’
Piştî banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê, hemû çav- taybetî aliyê desthilatê - ber bi pêvajoya çekdanîn û hilweşîna PKKê ne. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan bi şandeya Partiya DEMê re civiyabû û piştre 4emîn serdana Îmraliyê pêk hat. Piştî van hevdîtinan jî Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç hefteya borî bi şandeya Partiya DEMê re civiya. Tê çaverekirin ku di vê civînê de geşedanên dawîn yên pêvajoyê bên nîşankirin ku dê hikumet nexşerêyeke çawa bide pêşiya xwe.
‘Rewşa Dawî Li Sûriyeyê û Pêşveçûnên Siyaseta Derve’
Pentagonê (Emerîka) ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkayî li Sûriyê dê ji 1000î kêmtir be. Her çend ev daxuyanî wekî beşek ji pêvajoya kêmkirina hebûna leşkerî li herêmê were hesibandin jî, bandorên pêşketinên li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî girîng in. Herwiha, pêşketina danûstandinên agirbestê li Xezeyê dê di nav mijarên sereke yên rojeva siyaseta derve ya Civîna Kabîneyê ya îro de be.