Şandên PDK û YNKê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî di civînê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Mesrûr Barzanî seet 01:00 ê piştî nîvroya îro (Duşem, 28.04.2025) gehişt Havîngeha Dukanê li bajarê Silêmaniyê.

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî serokatiya civîna her du şandên bilind ên danûstandinan ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Şanda PDKê ji Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Piştîwan Sadiq, Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Dilşad Şehab û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Umêd Sebah pêk tê.

Şanda YNKê jî ji Serperiştê Mekteba Sikirtariyetê ya Mam Celal Qubad Talebanî, Sikirtêrê Civata Wezîran li ser pişka YNKê Amanc Rehîm, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Derbaz Kosret Resûl, Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê Nizar Amêdî û Endama Mekteba Siyasî ya YNKê Rêwaz Fayeq pê tê.

Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê Aram Bextyar, parvekirina postên hikûmetê di navbera PDK û YNKê de tewerî serekî yên wê civînê ye.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Biryar e piştî temambûna wê civînê, careke din her du şandên danûstandinan ên PDK û YNKê ji bo pejirandina dawî hevfêmkirinên navbera her du partiyan ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê bicivin, paştir biryar li ser destpêkirina civînên Perlemana Kurdistanê tê dan.”

 
 
Fly Erbil Advertisment