Serokkomarê Iraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmza kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Iraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir, ku tê payîn hefteya bê di rojnameya Waqî de were weşandin.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 29ê Nîsanê pêş nîvro yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir.

Piştî îmzekirina ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve, yasa dê ji Wezareta Dadê re were şandin û dû re di rojnameya fermî ya Iraqê (Waqî) de were weşandin.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm di postekê de li ser tora civakî ya “Facebook” diyar kir, roja 5ê Gulanê yasaya parêzgehbûna Helebceyê di rojnameya fermî ya Iraqê (Waqî) de tê weşandin û Helebce bi fermî dibe parêzgeha 19emîn a Iraqê.

Parlamentoya Iraqê roja 14ê Nîsana 2015an, bi piraniya dengan projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirandibû.

Parêzgara Helebceyê bi wekalet Nuxşe Nasih jî got: “Ev ji bo xelkê Helebceyê rojek dîrokî ye, em spasiya hemû kesên ku di vê yekê de rol lîstine, dikin û em spasiya Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin.”

Parêzgara Helebceyê her wiha got: “Yekhelwestiya partiyên siyasî, berhema wê parêzgehbûna Helebçeyê û aramiya malbatên şehîdan bû.”

Nuxşe Nasih got jî: “Em hêvî dikin ku aliyên siyasî ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd, helwestek yekgirtî bigirin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment