Encûmena Wezîran li ser du mijarên sereke dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 30î Nîsanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser du mijarên sereke gotûbêjan bike:
Mijare Yekem:
Pêşkêşkirina pêşketinên dawî yên têkildarî danûstandinên ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li ber ronahiya yasaya sererastkirina yekem a Yasaya Budceya Giştî ya Komara Federal a Iraqê de û encamên civîna di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de di 19-04-2025an de li Bexdayê û dawî civîna hevbeş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê de di 20-04-2025an de, bi amadebûna Birîkarê Wezareta Petrolê ji bo Berhemanînê.
Mijara Duyem:
Pêşkêşkirina pêşniyara reşnivîsa biryareke ya Encûmena Wezîran ji bo ji nû ve organîzekirina saziya rêveberiya xxaneşîna giştî li Herêma Kurdistanê, li ber ronahiya Yasaya Xaneşîna Yekgirtî ya Hejmar (9) a 2014an û biryara Dadgeha Federal di vî warî de, ji ber berfirehkirina desthilat, erk û çalakiyên Rêveberiya Giştî ya Xaneşînê.