Serok Barzanî tekezî li ser hevahengiya di navbera aliyên siyasî de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro îro 30î Nîsanê pêşwazî li hejmarek ji endamên parlementoya Iraqê yên parêzgeha Neynewayê kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, “Di civînê de rewşa parêzgeha Neynewa, jiyana welatiyan û pêvajoya ji nû ve avakirina Neynewayê hatin nîqaşkirin.”
Diyar kir jî, di hevdîtinê de tekezî li ser hevkariya di navbera aliyên siyasî de ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyên li parêzgeha Neynewayê kirin.
