Sûriye: Em desttêwerdanên derve red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Sûriyeyê hemî rengên desttêwerdanên derve di karûbarên Sûriyeyê de red dike û dibêje ku, Hikûmeta Sûriyeyê pabendî parastina tevaya pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro (Çarşem, 30.04.2025) ragehandinek li ser rûdan û aloziyên vê dawiyê yên çend deverên Sûriyeyê parve kir û tê de got, “Em tevaya desttêwerdanên derve di karûbarên me yên navxweyî de red dikin.”

Wezareta Derve ya Sûriyeyê herwesa ragehand, “Hemî daxwaziyên vê dawiyê yên komên çekdar ên derveyê qanûnê ku daxwaza parêzbendiya navdewletî dikin neqanûnî ne û em wan bi temamî red dikin.”

Wezareta navbirî amaje jî da, “Serederî û daxwaziyên wan komên derveyê qanûnê bizav in ji bo têkdana seqamgiriya Sûriyeyê, herwesa li ser yekîtiya Sûriyeyê û lawazkirina bizavên niştîmanî ji bo sepandina ewlehiyê li tevaya deverên Sûriyeyê jî gef in.”

Wezareta Derve ya Sûriyeyê pabendbûna xwe bi parastina tevaya pêkhateyên Sûriyeyê bê cudahî, di nav wan de jî Dirûzan, tekez kir û got, “Ew pareke resen a pêkhateya gel û niştîmanê Sûriyeyê ne.”

 
Fly Erbil Advertisment