Bandeke bazirganiya madeyên hişber li Hewlêrê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê desteserkirina bandeke bazirganiya madeyên hişber ragehand, ku hin ji madeyên hişber û çekê bêdestûrî jî pê re bûn.
Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê îro (Çarşem, 30.04.2025) ragehandinek parve kir ku tê de hatiye, “Me bandeke bazirganiya madeyên hişber desteser kir, ku ji şeş tometbaran pêk hatibû û du ji wan jin in û ji derveyê Herêma Kurdistanê hatinne, bi navên Ş. Ş. A., S. A. A., Y. H. Y., R. R. M., D. R. F. Û M. S. K.”
Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê amaje jî daye, “Di dema desteserkirina tometbaran de, me destê xwe dana ser hin ji madeyên hişber jî ji cûnê Kirîstal û Marîciwane, zêdebarî du demanceyên bêdestûrî û narincokekê.”
Birêveberiya Asayîşa Hewlêrê spasiya welatiyan dike, ku herdem bi dana zanyaran alîkariya wan dikin.