Gera çarê ya danûstandinên Îran û Amerîkayê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Selteneta Umanê paşxistina gera çarê ya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê ragehand, ku biryar bû li roja Şemiya bê li Romayê bi rê ve çûba.
Wezîrê Derve yê Selteneta Umanê Bedir Buseîdî li ser tora civakî ya Xê, tevî ragehandina paşxistina gera çarê ya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê ji ber sedemên teknîkî, parve kiriye ku, piştî lihevkirina navbera her du aliyên danûstandinan, jivanekî nû ji bo birêveçûna gera çarê ya danûstandinan tê ragehandin.
Berî wê peyama Wezîrê Derve yê Umanê, ku welatê wî navbeynkariya danûstandinan dike, Malpera Axiosê ya Nûçeyan a Amerîkayî îro (Pêncşem, 01.05.2025) ji zarê sê çavkaniyan eşkere kir, gera çarê ya danûstandinên navbera Îran û Amerîkayê, ku biryar e li roja Şemiyê li Romayê bi rê ve biçe, ihtîmal heye ji bo heftiya paştir bê paşxistin.