Îsraîlê 20 êrîşên esmanî li Sûriyeyê pêk anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê êrîşên tund birin ser Sûriyeyê û zêdetir ji 20 xal û binkeyên leşkerî kirin armanc.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, artêşa Îsraîlê şeva borî zêdetirî 20 êrîşên asmanî birine ser binke û navendên leşkerî yên li seranserê Sûriyeyê. Rewangehê ev êrîş wekî “ji destpêka salê ve yên herî tund” binav kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) jî êvara Înê ragihandibû, Îsraîlê êrîş ser xal û baregehên li parêzgehên Şam, Hemayê, Dera, Siweyda û Laziqiyeyê kiriye. 

Li gorî Rewangehê, êrîşan Çiyayê Qasiyûn, Barze û Heresta li gundewarê Şamê, komgeheke tankan li Izra, Lîwaya Mûşekan li Mûsbînê li parêzgeha Derayê, û tabûra parastina asmanî li Çiyayê Şearayê li Laziqiyê kirine armanc. Herwiha armancên din jî, baregehên perwerdehiyê yên komên çekdar li Hemayê û Girên Hûmr li parêzgeha Quneytrayê bûn.

Rewangehê da zanîn, Îsraîlê ji destpêka îsal (2024) ve, zêdetirî 50 caran êrîşî nav axa Sûriyeyê kiriye. Ji van 44 êrîşên asmanî û 8 êrîşên bejayî bûn. Di encama van êrîşan de 33 kes hatine kuştin û derdora 79 armanc ku ji embarên çek û cebilxaneyê, baregeh, navend û wesayîtan pêk dihatin, hatine jinavbirin an zirar dîtiye.

Artêşa Îsraîlê êrîşan piştrast dike

Artêşa Îsraîlê îro Şemiyê armancên êrîşên xwe yên li Sûriyeyê eşkere kir. Di daxuyaniyekê de artêşê got: “Me li Sûriyeyê cihekî leşkerî, topên dijî-firoke û binesaziya mûşekên erd-ezman bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê tekez kir ku “ew ê operasyonên xwe li gorî pêwîstiyê bidomîne, ji bo parastina sivîlên Îsraîlî."

Peyama ji bo rejîma nû û parastina Durziyan?

Dezgeha Weşana Îsraîlî roja Înê ragihandibû, artêşa Îsraîlê xwe amade dike ku li Sûriyeyê xalên din bike armanc, di nav de xal û baregehên leşkerî û yên girêdayî rejîmê hene.

Li gorî heman çavkaniyê, armanca van êrîşan ew e ku peyamekê bidin “rejîma nû ya Sûriyeyê” da ku karên tolhildanê li dijî Durziyên li başûrê welêt neke. 

Ev êrîşên berfireh piştî wê tên, hêzên asmanî yên Îsraîlê roja Înê, li nêzîkî Qesra Serokatiyê ya Sûriyeyê li Şamê êrîş pêk anîbûn. Hatibû ragihandin ku ev yek piştî hişyariyên Îsraîlê ji rayedarên Sûrî re hatibû, ta ku ber bi gundên ku piraniya şêniyên wan Durzî ne pêşde neçin.

 
 
Fly Erbil Advertisment