Li Ruhayê zîpikan ziyan gihand bax û zeviyên fisteq, zeytîn û pembûyan

Diyarbekir (K24) – Li Ruhayê ji ber barîna zîpikên bişid, ziyaneke mezin giha zeviyên çandiniyê, cotkar jî li ber keda xwe dikevin û dibêjin, zirara wan gelek zêde ye û daxwaza alîkariyê ji saziyên fermî yên dewletê dikin.

Li Ruhaya Bakurê Kurdistanê li navçeyên wek Xelfetî, Heweng û Cûrnê Reş, duh 2ê Gulanê zîpikên zêde û bişid bariya û herwiha libên zîpikan jî gir bûn. 

Di encama barîna zîpikan de, ziyanek mezin giha zeviyên çandiniyê ên cotkaran. Li Hewengê 10 gundan, li Curnê Reş 15 gundan û li Xelfetiyê jî 4 gundan de ziyan giha bax û zeviyên fisteq, zeytîn û pembû. 

Ji aliyê Parêzgeriya Ruhayê ve hat ragihandin, di encama barîna zîpikan de ziyan gihaye qada çandiniyê û ji bo ku çiqas zirar gihaye cotkaran were zanîn, xebatên lêkolînê dest pê kirine û di vî warî de dê zirara cotkaran were qerebûkirin. 

 
Fly Erbil Advertisment