Ji siyasetmedaran peyamên xemgîniyê bo koça dawî ya Sirri Sureyya Onder

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî belavbûna nûçeya koça dawî ya Sirri Sureyya Onder, gelek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li ser torên civakî peyamên sersaxiyê weşandin û hestên xwe anîn ziman. Onder weke kesayetekî girîng ê siyaseta demokratîk û têkoşîna aştiyê li Tirkiyeyê dihat naskirin.

Serokwekîlê Meclisê yê Tirkiyeyê û Endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, duh (3ê Gulanê 2024) koça dawî kir. Wefata Onder di qada siyaseta Kurd û Tirkiyeyê de bi xemgîniyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Ji Siyasetmedaran Peyamên Xemgîniyê

Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin û Endamê Şandeya Îmraliyê, di peyama xwe de Onder weke "fedayiyê aştî, xwişk-biratî û dostaniyê" bi nav kir û got: “Wefata Sirri Sureyya Onder ê hêja, windahiyeke mezin e... Pir zehmet e cihê wî were dagirtin, em ne kesek kêm bûn em gelek kes kêm bûn. Lê ewlad, bila soza min be ku heta roja em digihijin hev dê ev rê bidome... bila soz be.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di peyama xwe de xemgîniya xwe anî ziman û got: “Me Sirri Sureyya Onder ê hêja winda kir. Vî welatî, nirxekî xwe yê mezin winda kir ku tevî bedelên giran jî, kêliyekê ji gotina heqîqetê paşde gav neavêt. Zimanê aştiyê, dilekî wêrek ku ji bo biratiya gelan lêdixist, bêdeng bû.”

Bakirhan destnîşan kir ku Onder ne tenê siyasetmedarek bû, lê di heman demê de "bîra, rûmet û şahiya Tirkiyeyê bû" û soza domandina rêya wî û anîna aştiyê bo welêt da.”

Endama Şanda Îmraliyê Pervîn Buldan jî bi bîranîneke xwe ya bi Onder re, amaje bi wê yekê kir ku Onder ji bo aştiyê her tişt dabû ber çavên xwe û amade bû rûbirûyê linç û heqaretan jî bibe.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir jî bal kişand ser ked û têkoşîna Onder a ji bo aştiyê û got: “Te bi sekn û mîzaha xwe nirx li nirxê têkoşîna aştiyê ya bêhempa zêde kir. Te heqê her nefesa xwe weke ava canê ji bo aştiyê da.” Baydemir ji malbat, hevrê û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Koça dawî ya Sirri Sureyya Onder weke windahiyeke mezin ji bo tevgera siyasî ya Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê tê dîtin. Tê payîn ku derbarê hûrgiliyên merasîma cenaze û veşartina wî de di demeke nêz de agahî werin dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment