Rûsyayê şkandina êrîşeke dronî bo ser Moskoyê ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Ukraynayê şevêdî bi rêya dronan êrîş kiriye ser Moskoyê, Rûsyayê ew dron êxistine lê bermayîkên wan dronan zirarên canî û madî peyda kirine.
Serokê Şaredariya Moskoyê Sergey Sobyanin li kanala telegramê parve kir ku, sîstema bergiriya asmanî li devera Podoliskê kariye êrîşeke dronî ya Ukraynayê bişkîne û çar dronên wan pûç kirine, ku ber bi Moskoyê ve hatibûn arastekirin.
Sergey Sobyanin eşkere jî kir ku, ew êrîş şevêdî hatiye kirin û li dû zanyarên destpêkî li cihê keftina parçeyên dronan, zirarên canî û madî hene. Tevî vê yekê jî, tîmên hawarhatinê li cihê wê rûdanê ne, ji bo lêkolînê û ragehandina qebareya ziraran.
Ev êrîşa Ukraynayê di demekê de ye ku, biryar e li roja 9ê vê mehê li meydana Sor li Moskoyê di bîranîna 80 saliya serkeftina şerê duyê yê cîhanî li beranberî Naziyan de, ahengeke berfireh bi amadebûna serokên Çîn û Berazîlê û çend welatên din ên Hevpeymaniya Moskoyê bê kirin.
Ji bo ku ew bîranîn bê arêşe derbaz bibe, Hikûmeta Sûriyeyê pêşniyara agirbesteke sêrojî daye Ukraynayê û ev jî wek helsengandineke Kiyêvê ji bo aştiyê diyar kiriye, lê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy duhî (Yekşem, 04.05.2025) ragehand ku, bawerî bi Rûsyayê nîne ku rêzê li agirbestê bigire.