Almanya deriyê dana mafê penaberîtiyê ji xelkê Sûriyeyê re vedike

Hejmareke penaberên Sûriyeyî li Almanyayê - Wêne: AFP
Hejmareke penaberên Sûriyeyî li Almanyayê - Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê ji ber du sedeman careke din serederiyê li gel daxwaziyên penaberîtiyê yên xelkê Sûriyeyê dike.

Patrick Schmidtke, ku Serokê yek ji pişkên Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê ye, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Em careke din dest bi wergirtina daxwaziyên mafê penaberîtiyê yên xelkê Sûriyeyê li ser astekî biçûk dikin, lê ji bo niha çi biryarek nayê dan.”

Patrick Schmidtke ew biryara Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê ji bo du sedeman vegerand:

Yek: Niha Almanya yekane welatê Ewropayê ye ku daxwaziya penaberên Sûriyeyê rawestandiye.

Du: Ew nivîsîngeh dixwaze rûniştinan ji bo bidestxistina zêdetir zanyaran li ser rewşa Sûriyeyê bi kar bîne.

Wî berpirsê Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê amaje jî da, “Ji ber neseqamgiriya ewlehiya Sûriyeyê, gelek zehmet e ku em helsengandinê ji bo rewşê bikin” û komkujiya kêmaniya Elewiyan a meha Adarê û êrîşên vê dawiyê bo ser şêniyên Dirûzan ji aliyê milîşyayên Îslamî ve wekî nimûne anî.”

Herwesa rojnameya Veltê ya Almanyayî jî parve kiriye, “Piştî wê biryarê, 56 hezar penaberên Sûriyeyî li bendê ne û daxwaziya penaberîtiyê jê nehatiye wergirtin.”

Ev di demekê de ye ku ji piştî nemana Rijêma Esed li dawiya sala borî, Nivîsîngeha Koç û Koçberan a Almanyayê çi daxwaziyeke penaberîtiyê wernegirtiye û mafê penaberîtiyê jî bi çi Sûriyeyîy nedaye.

Piştî serhildana şerê navxwe, bi milyonan welatiyên Sûriyeyî çûn derveyê Sûriyeyê, hejmareke zêde ya wan çû Tirkiye, Îraq, Urdin û Misirê. Hejmareke din jî çû Ewropayê û xasma jî Almanya û Swêdê.

Li dû zanyarên Nivîsîngeha Amarê ya Federalî ya Almanyayê, hejmare wî xelkê Sûriyeyê yê ku li Almanyayê dijî li dawiya sala 2023ê gehiştiye nêzî 973 hezar kesan.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment