Kurdên li Swêdê: Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bingeha çareseriyê ye
Swêd (K24) – Li her parçeyeke Kurdistanê be, yekhelwestî û yekrêziya Kurdan ne tenê takekesên Kurd li wê parçeyê, lê belê hemû Kurdan li her devera cîhanê şad û kêfxweş dike. Nêrîna hevpar ew e ku tenê bi yekgirtin û yekhelwestiyê, çareserî ji doza rewa ya Kurd re peyda dibe.
Li Stockholmê paytexta Swêdê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi baldarî û hêvî pêşhatên li welatê xwe dişopînin û tekez dikin ku yekîtiya navmala Kurdî ji bo gihiştina bi armancan gelekî girîng e.
Rojnamevan û kesayetiyekî diyar ê Rojavayê Kurdistanê Salih Kobanê di wê baweriyê de ye ku tekane rêya çareserkirina doza Kurd, yekgirtin û yekhelwestî ye. Ew amaje bi Konferansa Yekhelwestiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, gihiştina deng û rengên cuda yên siyasî yên Kurd di wê konferansê de, berhemê hewldanên hemû aliyan bû û ji çaverêkirina xelkê Rojava jî zêdetir bû.
Salih Kobanê ji K24 re got: “Divê em cudahiyê bixin navbera du tiştan. Ev pêkhatina Kurdan, ev hemû rengên siyasî yên Kurdî ku gihiştin cem hev û belgeyek derxistin, ev tenê beramberî desthilata Şamê ye, yanî Kurd ji Şamê çi dixwazin. Lê divê em behsa wê yekê jî bikin, ka Kurd dê navbera hev de çi bikin, ew gaveke duyemîn e.”
Kobanê tekez kir ku ew belgeya ku derketiye, belgeyeke pêşketî ye beramberî Şamê û yek ji xalên herî girîng ew bû ku hate pesendkirin ku navê vê devera ku Kurd lê dijîn, Rojavayê Kurdistanê ye, ne tiştekî din.
Herwiha got: “Ev gelek girîng bû û yek jê jî daxwazeke gelekî pêşketî ew bû ku daxwaz ji Şamê tê kirin ku navçeyên Kurdî di warê îdarî û siyasî de, ji Efrînê bigire heta Dêrik û Eyndîwarê, bibin yek navçe.”
Ji aliyekî din ve, Husên Berzincî ku xelkê Qamişlo ye û niha li Swêdê dijî, girîngiya yekrêziya Kurdan di vê demê de bilind dinirxîne. Ew dibêje ku rola serkirdeyên wek Serok Mesûd Barzanî di vê yekrêziyê de, ku niha li Rojavayê Kurdistanê hewl jê re tê dayîn, xwedî cihekî taybet e.
Berzincî ji K24 re got: “Cenabê Serok Mesûd Barzanî dîrokeke wî heye, dîrokeke ku her ji destpêkê heya niha di dirêjahiya jiyana xwe de xizmeta vî miletî kiriye. Ezmûneke wî ya baş heye, rêzgirtineke navdewletî jê re heye.”
Berzincî diyar kir, gihiştina bi armancên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gelekî nêzîk bûye û ev yek ne tenê Kurdên Rojava, lê belê hemû Kurdistanî kêfxweş kirine. Herwiha got: “Kîjan Kurdî tu bipirsî, her Kurdekî li her deverê, li her welatekî be, îro berê wî li Rojavayê Kurdistanê ye, ji ber ku mesele nêzîk bûye. Ez hêvîdar im ku pirsa Kurdî bi awayekî aştiyane li Rojavayê Kurdistanê çareser bibe.”
Konferansa Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê roja 26ê Nîsana 2025an li bajarê Qamişlo bi beşdariya nûnerên partî û aliyên siyasî û kesayetiyên Kurd hat lidarxistin. Armanca konferansê ew bû ku nêrîneke yekgirtî ya Kurdî ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, beşdariya Kurdan di dariştina paşerojê de û çareserkirina kêşeya Kurd were formulekirin. Ev konferans wek xaleke erênî û gaveke girîng ji aliyê hemû Kurdan ve, çi li derve çi li navxweyî Kurdistanê, hate pêşwazîkirin.
Yekgirtin ji bo doza Kurd li her parçeyekî Kurdistanê, bûye xewn û hêviya her takekî Kurd. Hemû alî di wê baweriyê de ne ku yekrêziya navmala Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dê bibe bingeha serkeftina wan ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa.