Araqcî: Em amade ne nîgeraniyên li ser bernameya nukleerî çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqcî û Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, di pêwendiyeke telefonî de peywendiyên dualî û geşedanên dawî yên li herêmê gotûbêj kirin. Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Araqcî ji Kallas re gotiye ku welatê wî amade ye nîgeraniyên derbarê bernameya nukleerî de çareser bike.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê ku roja Duşemê, 5ê Gulana 2025an hatiye belavkirin, di pêwendiya telefonî ya Araqcî û Kallas de, behsa geşedanên herêmî û danûstandinên ligel Amerîkayê hatiye kirin.
Araqcî destnîşan kiriye, Îran amade ye pêwendiyên xwe yên ligel Yekîtiya Ewropayê berdewam bike û hêvî xwestiye ku gotûbêjên wan ligel Brîtanya, Fransa û Almanyayê li ser bingeha berjewendiyên siyasî û avaker ji nû ve dest pê bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha daye zanîn, welatê wî bi berpirsiyarî û bi rêyên dîplomatîk derbarê nîgeraniyên li ser “bernameya xwe ya aştiyane ya nukleerî ” tevgeriyaye û tekez kiriye ku “ev yek pêwîstî bi ramîneke cidî û realîst heye.”
Di beşeke din a axaftinê de, Araqcî ji Nûnera Bilind a YE re ragihandiye: “Eger tenê nîgeraniya aliyê din bidestxistina bernameya nukleerî ji aliyê Îranê ve be, ew nîgeranî dikarin bên çareserkirin.” Herwiha gotiye, eger Amerîka dev ji helwestên xwe yên “nereelîst” berde, dê di zûtirîn dem de bigihîjin rêkeftinê.
Kaja Kallas: Başbûna peywendiyên Ewropa-Îran bi çend pirsan ve girêdayî ye
Ji aliyê xwe ve, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Derve ya YE Kaja Kallas, li ser tora civakî ya X (berê Twitter) derbarê pêwendiya xwe ya ligel Abbas Araqcî de nivîsiye: “Di pêwendiyeke telefonî de ligel Abbas Araqcî, min tekezî li ser piştevaniya Ewropayê ji bo çareseriyeke dîplomatîk derbarê bernameya nukleerî ya welatê wan û nakokiyên li herêmê kir.”
Kallas herwiha nîgeraniya xwe derbarê girtina welatiyên Ewropî û rewşa mafên mirovan li Îranê ji Araqcî re ragihandiye û daxwaz kiriye ku welatê wî êdî piştgiriya leşkerî nede Rûsyayê.
Nûnera Bilind a YE di dawiyê de tekez kir, başbûna pêwendiyên di navbera Ewropa û Îranê de bi çareserkirina çend pirsên cuda ve girêdayî ye.