Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî bihêzkirina canê biratiya navbera gelên deverê tekez dikin

Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî
Mesrûr Barzanî û Elî Qeredaxî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman dicivin û tekezê li ser pêdivîtiya parastina aştî û tenahiyê û bihêzkirina canê pêkvejiyanê û biratiya navbera gelên deverê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 06.05.2025) pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Elî Qeredaxî kir.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û deverê li hev guhertin.

Herwesa her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya parastina aştî û tenahî û seqamgirî û bihêzkirina canê pêkvejiyanê û tebayî û biratiyê di navbera gel û pêkhateyên deverê de kir.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment