Israîlê jikarxistin û wêrankirina tevaya Balafirxaneya Senayê ragehand

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê îro (Sêşem, 06.05.2025) êrîşeke giran kir ser Balafirxaneya Senaya paytexta Yemenê û çend deverên cuda cuda yên wî welatî, zêdebarî wê êrîşa kiriye ser çend pêgehan li parêzgeha Hudeydeyê.

Artêşa Israîlê ragehandiye ku, Balafirxaneya Senayêbi temamî ji kar xist û wêran kir.

Medyayan eşkere kiriye, “Êrîşên îro yên Israîlê tevaya balafirên Balafirxaneya Senayê kirine armanc, hola geştyaran a wê balafirxaneyê jî wêran kiriye, tevî wêrankirina tevaya westgehên karebê.”

Medyayên Hûsiyan jî eşkere kiriye, “Êrîşên Amerîka û Israîlê westgehên navendî yên kareba Hezîziyanê li Senayê bombebaran kirine.” Herwesa ragehandiye, “Wan êrîşan devera Etanê ya başûrê rojavayî wêran kiriye, tevî westgeha karebê ya Zehbanê.”

Kanala 12ê ya Israîlî jî eşkere kiriye, “Êrîşa îro ya Israîlê bo ser Yemenê bi alîkariya hêzên Amerîkayê bûye, li ser her du astên siyasî û serbazî.”

Hûsî dibêijn, “Em li ser bersivdana êrîşên Israîlê bo ser Yemenê berdewam dibin.” Eşkere jî dikin, “Kareba Senaya paytext bi temamî qut bûye, ew jî ji ber êrîşên Israîlê bo ser westgeha karebê ya wî bajarî.”

 
 
Fly Erbil Advertisment