Netanyahu: Me duhî Hudeyde û îro jî Sena bombebaran kir

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê di daxuyaniya xwe ya yekê de li ser bombebarankirina balafirxaneya Senaya peytexta Yemenê û çend westgehên karebê û cihên din ên cuda cuda yên wî bajarî de got, “Me duhî Hudeyde û îro jî Sena bombebaran kir.”

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro (Sêşem, 06.05.2025) ragehand, “Em êrîşên yek li dû yekê dikin ser Hûsiyan, ew bê razîbûna Îranê nikarin êrîşê bikin ser Israîlê.”

Benjamin Netanyahu herwesa got, “Yê ku zirarê bigehîne me, zirarê digehîne xwe.” Haydarî jî da ku, ew li ser êrîşên bo ser Yemenê berdewam dibin.

Ev daxuyaniya Serokwezîrê Israîlê di demekê de ye ku, îro hêzên asmanî yên Israîlê balafirxaneya Senaya paytexta Yemenê bi giranî bombebaran kir û balfirxaneya wê ji kar xist. Zêdebarî wê yekê jî, Israîlê westgehên karebê yên wî bajarî jî kirin armanc û niha Senaya paytexta Yemenê bê kareb e.

Her li ser êrîşên îro yên hêzên asmanî yên Israîlê bo ser Yemenê, Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz got, “Gurzên me bo ser Hûsiyan haydariyeke rasterast e ji bo Îranê.” Herwesa got, “Berpirsyarîtiya êrîşa Hûsiyan di stûyê Îranê de ye.”

Medyayên Yemenê ragehand, “Ji encamê êrîşên îro yên Israîlê bo ser Senaya paytexta Yemenê, sê welatî hatine kuştin û 38 welatiyên din jî birîndar bûne.”

 
Fly Erbil Advertisment