Li çend deverên Pakistanê rewşa neasayî hat ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pakistanê îro (Çarşem, 07.05.2025) ragehand, “Ji encamê 24 êrîşên artêşa Hindistanê bo ser şeş cihan li Pakistanê, heşt welatiyên sivîl hatin kuştin, 35 welatî birîndar bûn û du welatiyên din jî winda bûne.”

Berdevkê Serbazî yê Pakistanê Lîwa Ehmed Çewderî ragehand, “Di nav wan heşt kuştiyan de, keçikeke sêsalî jî heye ku li mizgefteke bajarê Behawilporê li wîlayeta Pencabê ya Pakistanê hatiye kuştin.”

Karbidestên Pakistanê dibêjin, “Şêniyên parêzgeh û çend deverên Pakistanê dibistanên xwe daxistine û rewşa neasayî ragehandiye, piştî ku Hindistanê êrîşa asmanî kir ser çend cihên nav Paksitanê.”

Nêzî 130 milyon kesan li Pencabê xwecih in. Desthilatdarên wê ragehandiye ku, pizişk û hawarhatin û karmendên hawarhatinê li seranserî wê parêzgehê xistine di rewşa amadebaşiyê de, piştî ku Hindistanê du cihên wê derê moşekbaran kirine.

Serokwezîrê Pakistanê Şêhbaz Şerîf civîneke bilez kir û bangî Civata Ewlehiyê ya welatê xwe kir û artêşa Pakistanê jî ragehand, “Êrîşa bersinggirtina armanckirina dezgehên serbazî yên nav Kişmîrê, ku ji aliyê Hindistanê ve tê birêvebirin, dest pê kiriye.”

Çavkaniyeke hewalgiriya Paksitanê pêşbînî kiriye ku Hindistan ji Kişmîrê zêdetir pêşve biçe û dibêje, “Artêşa Hindistanê bi kêmî ve 12 armanc li Kişmîrê hingaftine.”

Berdevkê Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Pakistanê jî piştrast kiriye ku, Pakistanê piştî êrîşên Hindistanê ji bo dema 48 seetan asmanê xwe daxist.

Amaje jî da ku, operasyonên geştên asmanî li balafirxaneyên Îslam Abad û Lahûrê hatine rawestandin heta haydarkirinên zêdetir.

Hindistanê şevêdî (Sêşem, 06.05.2025) şerê li dijî Pakistanê ragehand û dest bi êrîşê kir. Artêşa Hindistanê ragehand, “Me neh pêgeh li nav axa Pakistanê bombebaran kirine.” Herwesa got, “Ew operasyon ji bo armanckirina jêrxaneya aborî ye.” Artêşa Pakistanê jî ragehand, “Em dê bersiva wan êrîşan bidin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment