Bizav ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêrê û bajarên Hindistanê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 07.05.2025) pêşwaziya Balyozê nû yê Hindistanê li Îraqê Soumen Bagchi kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kiriye, “Di wê civînê de, ku Konsula Giştî ya Hindistanê li Herêma Kurdistanê Madan Gopal jî tê de amade bû, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de hatin kirin.”

Wê çavkaniyê amaje jî daye, “Zêdebarî pîrozkirina karî li Balyozê nû yê Hindistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî jê re diyar kir û ekez li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Hindistanê re kir. Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Hindistanê jî kir, bi helkefta bidawî hatina erkê wî.”

Li dû wê ragehandinê, “Balyozê Hindistanê pesna piroseya pêşkeftin û avedaniya Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir, xasma jî di warên teknolojiya zanyarî û dîjîtalkirina xizmetkariyên giştî û piştevanîkirina çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sîstema bankê de.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Balyozê Hindistanê herwesa amaje da ku ji bo wê yekê kar dikin ku geştên rasterast ên balafirvaniyê di navbera Hewlêrê û bajarên Hindistanê de hebin.”

 
 
Fly Erbil Advertisment