Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera Çaremîn a Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê di navbera 9 û 11’ê Gulana 2025'an de li paytexta Holandayê, Amsterdamê, tê lidarxistin. Di festîvalê de, 32 fîlmên Kurdî dê bên nîşandan û gelek çalakiyên din ên çandî û hunerî jî dê werin pêşkêşkirin.
Kompanya Lamedia, ku hevparê sereke yê Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê ye, îro 7’ê Gulanê ragihand, di çarçoveya gera çaremîn a festîvalê de, ji bilî nîşandana zêdetirî 32 fîlmên Kurdî, dê gelek panel, semîner û kombûn bi beşdariya sînemagerên ji her çar parçeyên Kurdistanê bên lidarxistin.
Festîvala îsal dê bi dirûşma “Azadî û Başûrê Kurdistanê” birêve biçe. Hat ragihandin, di festîvalê de, ku sê rojan dewam dike, dê 32 fîlmên Kurdî di çar beşên cuda de bên pêşandan.
Herwiha festîval dê balê bikşîne ser sînemaya Başûrê Kurdistanê û 80 saliya azadiya Holandayê bi têkoşîna berdewam a gelê Kurd a ji bo xebatên çandî û siyasî ve girê bide.
Ji aliyê din ve, Akademiya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê diyar kir, ew ê veberhênanê li ser behremendên nû yên Kurd di warê sînemayê de bike. Herwiha dê derfet ji sînemagerên ciwan ên Kurd re were dayîn ku bi serpereştiya derhênerekî xwedî ezmûn, projeyên xwe yên fîlman amade bikin û xelateke darayî jî dê ji wan re were pêşkêşkirin.
Di çarçoveya festîvalê de, bernameyeke dewlemend a muzîk, stran, guftûgo û pêşandanên çandî jî hatiye amadekirin. Tê payîn ku bi dehan sînemagerên Kurd ên xwedî ezmûn ji çar aliyên cîhanê beşdarî festîvalê bibin û derbarê berhem û pêşketinên dawî yên sînemaya Kurdî de nîqaşên girîng bikin.