Li Hewlêrê ji bo kêmkirina qerebalixiyê 48 projeyên stratejîk tên cihbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Li Hewlêrê bi mebesta kêmkirina qerebalixiya trafîkê ya nav bajêr, 48 projeyên stratejîk û girîng di sektora rêyan de tên cihbicîkirin. Di nav van projeyan de, çêkirina sê pirên bilind (berzepir) û tunelên nû li sê cihên cuda yên Cadeya 100 Metreyî hene.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 7ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Tevî astengiyên ku hikûmeta federal ji bo pêşketina Hewlêrê derdixe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gihandina kar û projeyên xizmetguzariyê de berdewam e.” Herwiha da zanîn, ji bo vê armancê, razîbûn ji bo cîbicîkirina 48 projeyên stratejîk û girîng di sektora rê û banan de hatiye wergirtin.

Omêd Xoşnaw got jî: “Di nav van projeyan de çêkirina berzepirek û tunelê li Çarrêya Mexmûrê ya li ser Cadeya 100 Metreyî heye, ku dê 30 milyar dînar lêçûna wê be. Herwiha, li ser heman cadeyê, li nêzîkî benzînxaneya Akar û li Çarrêya Reşkînê jî dê berzepir û tunelên nû werin çêkirin.”

Zêdekirina Qadên Kesk û Masterplana Nû

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di guhertina Masterplana Bajêr de, ku niha di qonaxa dawî de ye û dê di demek nêzîk de ji aliyê Encûmena Şaredariya Hewlêrê ve were pesendkirin, zêdekirina rêjeya keskahiyê li ber çavan hatiye girtin.

Di vê çarçoveyê de, dest bi çêkirina Parka Reşkînê hatiye kirin. Ev park yek ji parkên herî mezin ên Hewlêrê ye û bi lêçûneke 15 milyar dînar li ser rûberê 120 hezar metrekare erd tê çêkirin. Ji vê rûberê, 30 hezar metre dê ji bo rêçik û qadên peyarê, 11 hezar metre tartan ji bo werzîşê, 15 hezar dar û 20 hezar gulên curbecur dê bên çandin.

Herwiha, projeya keskkirina Çarrêya Hewlêr-Mûsilê ya li ser Cadeya 120 Metreyî, li ser rûberê 205 hezar metrekare û bi lêçûna 3 milyar û 422 milyon dînar, di qonaxa cîbicîkirinê de ye.

Xizmetguzarî ji bo Taxan Berdewam in

Parêzgarê Hewlêrê got, projeyên xizmetguzariyê li hemû taxên Hewlêrê li gorî pêwîstiyê berdewam in. Bi taybetî ji bo Kerta 8 a Hesarokan, di dema borî de çendîn cadeyên sereke hatin qîrkirin û kolan û cadeyên navxweyî jî hatin çêkirin.

Li beşek ji vê taxê, rewşa welatiyan li ber çavan hatiye girtin û rê bi dabeşkirina erdan (bo du beşan) hatiye dayîn. Herwiha, dest bi rêkarên çêkirina nexweşxaneyeke mezin li vê taxê hatiye kirin û av jî ji projeya hawarçûnê ya avê gihîştiye taxê.

 
Fly Erbil Advertisment