Li Diyarbekirê yekem Pêşangeha Hunerê tê li darxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadekariya Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir û Kompaniya Pêşangehan Arttîgrîs, dê li Diyarbekirê yekem pêşangeha hunere were li darxistin. Pêşangeh dê di 18-21ê Îlonê de li Navenda Kongrea û Pêşangehan a Mezopotamya were li darxistin.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê danasîna  yekem Pêşangeha Hunerê ya Diyarbekir hat kirin. Pêşangeha Hunerê Ya ArtTîgrîs a  Diyarbekir dê navbera 18 û 21ê Îlonê de li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamya were li darxistin. 

Ev pêşangeh piştî bajarên wek Stenbol û Enqereyê dê li Diyarbekir jî deriyên xwe bo hunerhezan vebike. Di pêşangehê dê di hemû cureyên hunerê de berhem û şiyanên hunermendan pêşkêşî were kirin. 

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê Mehmet Kaya amaje kir ku Diyarbekir yek ji navendên herî baş û guncav e ku Pêşangeha Hunerê lê were li darxistin. 

Berpirsê Kompaniya Arttîgrîsê Bîlgîn Aygul jî da zanîn, dê di pêşangehê de 20 gotûbêj, 4 konsert wê werin pêşkêşkirin û her wiha armanc ew e ku 1000 hunermend beşdarî pêşangehê bibin. Têketina qada pêşangehê ji bo sûdê bide huner û hunermendan dê bi pere be û ji bo xwendekarên beşên hunerî dixwînin jî dê belaş be.

 
Fly Erbil Advertisment