Robert Francis Prevost ê Amerîkayî bû Papayê Vatîkanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Robert Francis Prevost wekî Papayê Vatîkanê yê nû hat hilbijartin, ku bi eslê xwe Amerîkayî ye û jiyê wî 69 sal e.

Vatîkanê îro (Pêncşem, 08.05.2025) ragehand, “Robert Francis Prevost bû Papayê yekê yê bi eslê xwe Amerîkayî û nasnavê wî Liyoyê 14ê ye.”

Papayê nû li sala 1955ê li bajarê Şîkagoyê yê wîlayeta Êlînoysê ya Amerîkayê hatiye ser dinyayê û jiyê wî 69 sal e.

Li dû zanyaran, Papayê nû alîkarekî nêzîk ê Papayê wexerkirî Francis bû. Herwesa Papayê nû li Vatîkanê wekî kesatiyekî nerm tê nasîn, ku dikare nêrînên cuda li hev nêzîk bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment