Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Papatiya te bibe sedema aştiyê û hevfêmkirina navbera olan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê yê 267ê hatiye hilbijartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 08.05.2025) di peyamekê de li ser hesaba xwe ya tora civakî ya Xê pîrozbahî li Papa Robert Francis Prevost kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, "Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li Qedaseta Papa Robert Francis Prevost (Leo XIV) dikim, ji ber hilbijartina wî wekî Serokê Dêra Katolîkî."
Mesrûr Barzanî herwesa got, "Ez hêvîdar im Papatiya wî bibe sedema aştî, diyaloga di navbera olan de û lihevhatinê."
On behalf of the Kurdistan Regional Government, I extend my heartfelt congratulations to His Holiness Pope Leo XIV on his election as the pastoral leader of the Catholic Church worldwide.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 8, 2025
May his papacy be marked by peace, interfaith dialogue, and reconciliation -mb.
Robert Francis Prevost, ku wekî Leo XIV jî tê nasîn, îro (Pêncşem, 08.05.2025) wekî Papayê Vatîkanê yê 267ê hatiye hilbijartin.
Papayê nû li sala 1955ê li bajarê Şîkagoyê yê wîlayeta Êlînoysê ya Amerîkayê hatiye ser dinyayê û jiyê wî 69 sal e.
Li dû zanyaran, Papayê nû alîkarekî nêzîk ê Papayê wexerkirî Francis bû. Herwesa Papayê nû li Vatîkanê wekî kesatiyekî nerm tê nasîn, ku dikare nêrînên cuda li hev nêzîk bike.