Li Efrînê kompanyayeke paqijiyê ya xwebexş bi beşdariyeke berfireh dest pê kir
Li Efrînê kompanyayeke paqijiyê ya xwebexş bi beşdariyeke berfireh dest pê kir

Li Efrînê kompanyayeke paqijiyê ya xwebexş bi beşdariyeke berfireh dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê, bi armanca paqijkirina bajar û kolanên wê, kampanyaya paqijiyê ya xwebexş bi beşdariyeke berfireh a xelkê bajêr dest pê kir.

Kampanyayê îro 9ê Gulanê demjimêr 09:30ê ji ber Navenda Çandî ya bajarê Efrînê dest pê kir û gelek xwebexşên ji hemû çînên bajêr tê de beşdar bûn.

Li gorî daxuyaniya Foruma Civakî ya Efrînê, ku berpirsiyariya organîzekirina vê çalakiyê girtiye ser xwe, armanca sereke ya vê komapnayayê, xurtkirina hişmendiya derbarê jîngehê de, handana çanda karê xwebexşî û berpirsiyariya civakî di nav xelkê bajêr de ye.

Pêştir, Foruma Civakî ya Efrînê ragihandibû ku dê kampanyayek xwebexş a paqijiya giştî di bin dirûşmeya "Bi Hev Re Ji Bo Efrîneke Xweşiktir û Paqijtir" roja Înê, 9ê Gulana 2025an, were lidarxistin.

Beşdarên kompanyayê bi kelecaneke mezin dest bi komkirina çop û bermayiyan ji kolan û cihên giştî kirin. Tê payîn ku ev cure çalakiyên xwebexşiyê bandoreke erênî li ser paqijiya bajêr û bilindkirina asta hişmendiya civakî ya derbarê parastina jîngehê de bike.