Wezîrê Derve yê Îranê serdana Erebistana Siûdiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê ragihand, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî serdana Siûdiyê dike û piştre beşdarî Foruma Diyaloga Îranî-Erebî li Qeterê bibe. Ev serdan di demekê de ye ku tê payîn Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di hefteya bê de serdana Rojhilata Navîn bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî îro 9ê Gulanê ragihand, Araqçî dê sibe 10ê Gulanê bi serdanekê ber bi Siûdiyê ve biçe û dê rêzeyek hevdîtin û civînan ligel berpirsên wî welatî pêk bîne."

Beqaî diyar kir, Wezîrê Derve yê welatê wî ji bo beşdarîkirinê di Foruma Diyaloga Îranî-Erebî de, dê sibe danê êvarê ji Siûdiyê ber bi Qeterê ve biçe.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê ji bo Siûdiyê di demekê de tê, têkiliyên di navbera her du welatan de di van salên dawî de bi alîkariya navbeynkaran ber bi başbûnê ve diçin.

Serdana Çaverêkirî ya Donald Trump

Hevdem, biryar e Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di hefteya bê de serdana Rojhilata Navîn bike. Trump pêştir ragihandibû: “Di dema bê de ez ê serdana Siûdiyê bikim.” Hêjayî gotinê ye ku yekem pêwendiya telefonî ya Trump piştî destbikarbûna wî ligel serkirdeyekî biyanî, ligel Cîgirê Şahê Siûdiyê bû.

Beriya niha, Serokê Amerîkayê eşkere kiribû ku di serdana xwe de ew ê ligel Mihemed bin Selman, Cîgirê Şahê Siûdiyê û Serokwezîrê Siûdiyê, bicive. Trump herwiha diyar kiribû ku ew ê ligel Siûdiyê kar ji bo vegerandina aramiyê ji bo navçeyê bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment