Mesrûr Barzanî tekezê li ser pêşxistina peywendiyan bi Japonê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê dike, erkê wî yê nû lê pîroz dike û piştgiriya xwe jê re diyar dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 10.05.2025) pêşwaziya Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê Hitoshi ISHIZUKA kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, “Tevî pîrozkirina destpêkirina karî û diyarkirina piştgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmeta Japonê û xasma jî Ajansa Alîkariyên Navdewletî ya Japonê JICAyê kir, ku gelek pirojeyan giring li Herêma Kurdistanê bi cih tîne.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonê li Hewlêrê jî daxwaza welatê xwe ya xurtkirina peywendiyên dualî bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment