Pakistanê rawestandina geştên xwe yên asmanî dirêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Balafirvaniya Sivîl a Pakistanê îro (Şemî, 10.05.2025) ragihand ku, ji ber aloziyên leşkerî yên bi Hindistanê re, daxistina asmanê Pakistanê ji bo dema 24 seetên din dirêj dike.

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Pakistanê ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Asmanê Pakistanê dê heta seet 12:00 ê nîvroya roja Yekşemê ji bo tevaya geştên asmanî girtî bimîne.”

Pêştir desthilatdarên Pakistanê biryar da ku asmanê welêt xwe ji sibeha roja Şemiyê heta seet 12:00 ê nîvroya eynî rojê ji bo tevaya geştên asmanî dabixin.

Kanala Geo TVyê ya Pakistanê ragehand ku, ev kar piştî wê yekê hat ku Hindistanê moşek avêtin sê bingehên asmanî yên Pakistanê, ku yek ji wan bingeha Nuxanê li Rawalpindiyê bû.

Wê kanalê amaje jî da ku, piştî êrîşa meha borî ya li ser Pahalgama Keşmîrê ku li bin kontrola Hindistanê ye, geştên asmanî yên navbera her du welatan hêdî hêdî hatinev rawestandin.

Artêşa Hindistanê li derengê şeva Sêşemê (06.05.2025) ragehand, “Me zêdetirî neh pêgehan li nav axa Pakistanê bombebaran kirine. Ew operasyon ji bo wêrankirina jêrxaneya terorê ye.”

Artêşa Pakistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Çi balafireke Hindistanê derbazî sinorê me nebûye û em dê bersiva êrîşan bidin. Herwesa ji ber êrîşên artêşa Hindistanê bo ser Pakistanê, heşt welatiyên sivîl hatin kuştin, 35 welatî birîndar bûn û du welatiyên din jî winda bûne.”

 
 
Fly Erbil Advertisment