Trump: Hindistan û Pakistanê bi navbeynkariya Amerîkayê li ser agirbestê li hev kir

Trump
Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî çend rojan ji girjî aloziyan, Serokê Amerîkayê agirbesta biyekcarî di navbera Hindistan û Pakistanê de ragehand.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Şemî, 10.05.2025) di postekê de li ser malpera “The Truce”ê ragehand, “Ez bi dilxweşî ve radigehînim ku, Hindistan û Pakistanê piştî hevdîtinên bi navbeynkariya Amerîkayê li ser agirbesteke rasterast û tevgir li hev kir."

Herwesa Wezareta Derve ya Pakistanê jî di ragehandinekê de tekez kir ku, li ser rawestandina şerî û ragehandina agirbestê bi Hindistanê re gehiştine lihevkirinê amaje da, “Pakistanê herdem bizav ji bo bidestxistina aştî û ewlehiya deverê daye, bê ku destan ji serwerî û yekparçeyiya axa xwe berde.” Herwesa got, “Sih welat tevlî danûstandinên agirbestê yên navbera herdu welatan bûne.”

Her li ser navbeynkariya Amrîkayê di danûstandinên navbera Hindistan û Pakistanê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Min di 48 seetên borî de bi Cîgirê Serokê Amerîkayê û berpirsên bilind ên Hindistan û Pakistanê re peywendî hebû.”

Ev çend roj in ku Hindistan û Pakistan pêgehên hev ên serbazî bombebaran dikin û di encamê de, herî kêm 50 kes hatine kuştin û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne. Her ji ber wî şerî, bi dehan balafirxane li wan her du welatan hatine girtin.

Ev şer piştî wê yekê qewimî ku berî du heftiyan li pişka Kişmîrê ya li bin desthilata Hindistanê, komeke çekdar êrîş kir ser hejmareke welatiyên sivîl û 26 kes kuştin. Piştî wê bûyerê, Hindistanê Pakistan bi alîkarîkirina wê komê tometbar kir wê jî red kir.

Herêma Keşmîrê di navbera her sê welatên Hindistan, Pakistan û Çînê de ye. Hindistanê %55 û Pakistanê jî %35ê ya wê herêmê kontirol kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment