Sirri Sureyya Onder di çarçoveya Festîvala Fîlmên Karkeran de hate bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya 20emîn Festîvala Navneteweyî a Fîlmên Karkeran de li Enqereyê Sirri Sureyya Onderê ku di 3ê Gulanê de canê xwe ji dest da hate bi beşdariyeke zêde hate bîranîn. Di bîranînê de fîlmekî Onder hate pêşandan û piştî fîlm ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê ve panêlek hate sazkirin.
Ji aliyekî ve hêsirên giran tên rijandin ji aliyekî din ve dikenin. Dîmen ji bernameya bo bîranîna Sirri Sureyya Onderê serokwekîlê parlamentoya Tirkiyeyê û endamê şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê ne ku di 3ê Gulanê de canê xwe ji dest da.
Parlamenterên DEM Partiyê Heval Bozdag, Sevilay Çelenk, Îbrahîm Akîn û Mîthat Sancar, cvaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikçî gelek welatî tevlî bîranîna Onder bûn.
Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Heval Bozdag ji K24ê re got: “Aktorekî herî girîng yê proseya aştiyê bû Sirri Sureyya Onder. Dagirtina valahiya wî zehmet e. Onder ew kes bû ku gotinên wî bo hemû hela siyaset û gelan bi nirx bûn. Bêyî Onder birêvebirina proseya aştiyê û dagirtina cihê wî di opozîsyona Tirkiyeyê de dê gelekî zehmet be ku ev eşkere ye. Dê êdî bo me hemûyan, bo rayagiştî ya demokratîk û kesên aştîxwaz niha berpirsyariyeke zêdetir hebe ku em sozên wî bînin cih”
Fîlmê "Beynelmilel", ku ji hêla Sirrı Süreyya Onder nivîsandin, çîroka xelkê navçeyê û komeke muzîkê ya xwecihî ya li Semsûrê vedibêje ku piştî darbeya leşkerî ya 1980an a li Tirkiyeyê di şert û mercên rewşa leşkerî de hewl didin bijîn. Fîlm herwiha bi şêwazeke trajîkomîk birêve diçe ku rexneyan di nava xwe de vedihewîne.
Rojnamevan Îrfan Aktan dibêje: “Siyasetmedarek gelek dirûst bû, çi çar çavê wî li malê, milkê dinyayê tune bû. Dostê Kurdan bû, dostê bindestan, zehmetkêşan, karkeran bû, dostê rênçberan bû û sosyalîstek gelek dirûst bû. Bêguman Onder mirovek pir girîng bû, rola wî pir girîng bû lê ez bawerim êdî ev pêvajo bi Sirri Sureyya Onder û hevalên wî û hikumeta Tirkiyeyê re prose gihiştiye merheleyeke bi wî rengî ku êdî li pey windakirina mirovekî jî înşelle xirap nabe.”
Herwiha piştî pêşandana film wek panêlekê hate sazkirin û Parlamenterên DEM Partiyê Mîthat Sancar û Sevîlay Çelenk derbarê fîlm, aliyê hûnerî yê Onder û bîranînên xwe yên ligel Sirri Sureyya Onder bi temeşavanan re parvekirin ku bo dabînkirina aştiyeke mayînde di hemû warên jiyana xwe de ked daye.