Erdogan bo Putin: Tirkiye amade ye mêvandariya danûstandinên Rûsya û Ukraynayê bike

Erdogan û Putin
Erdogan û Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya tilefonê peywendiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dike.

Nivîsîngeha Peywendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê îro (Yekşem, 11.05.2025) ragihand, “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya tilefonê peywendî bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn kir û pê re danûstandin li ser peywendiyên navbera her du welatan û pirsên herêmî û cîhanî kirin.”

Nivîsîngeha Peywendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê amaje jî da, “Di wê peywendiyê de, Serokkomarê Tirkiyeyê dilxweşiya xwe ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên navbera Rûsya û Ukraynayê diyar kir, ku binîvî mabûn û biryar e li Stenbolê bên lidarxistin, herwesa tekez jî kir ku Tirkiye amade ye mêvandariya danûstandinan bike da ku çareseriyek herdemî çê bibe.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Derfetek ji bo aştiyê vebûye û divê rewşeke guncayî bi merema berqerarkirina agirbestê ji bo danûstandinan bê çêkirin.”

Putin jî her îro got, “Rûsyayê qet danûstandinên bi Ukraynayê re red nekirine .” Amaje jî da, “Mosko dixwaze li ser wî şerê ku ji du salan zêdetir e didome danûstandinên cidî bên kirin.”

Navbirî tekez jî kir ku, ew dê peywendiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bike, ji bo ku hevahengiyê bikin.

Heta niha ji aliyê Ukraynayê ve çi bersiveke fermî ji bo pêşniyara Serokê Rûsyayê nehatiye dan.

Tirkiyeyê di danûstandinên berê de wekî navbeynkarek di navbera Mosko û Kîevê de rol hebû, xasma jî di derheqa peymana hinardekirina genim a Deryaya Reş de.

 
Fly Erbil Advertisment