Li Îraqê gef li Ehmed Şera tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî eşkere dike, “Ji ber ku pêştir çend serkirdeyên Şîe li Îraqê gef li Ehmed Şera kirine ji bo ku tevlî Lûtkeya Erebî nebe, ji ber ku li Îraqê daxwazkirî ye, lewma jî Şera Eshed Şeybanî li şûna xwe dişîne wê lûtkeyê.”
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî îro (Yekşem, 11.05.2025) ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bangî 22 welatên Erebî kiriye, ku endamê Lûtkeya Erebî ne, ji bo ku tevlî Lûtkeya Erebî li Bexdayê bibin, lê 16 welatan amadebûna xwe ji bo tevlîbûna di wê lûtkeyê de diyar kiriye. Serokên Qeter, Siûdiye, Urdin, Kwêt, Cezaîr û Tûnisê amade nabin, belkî wezîrên wan ên derve an jî yên enerjiyê dê amade bibin, ku biryar e 17ê vê mehê li Bexdayê bê lidarxistin.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê amaje jî da, “Çend peyam ji aliyê serkirdeyên Şîe yên Îraqê ve ji bo Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera hatine şandin ku neyê Îraqê, ji ber ku pêştir ew ji aliyê Civata Dadwerî ve daxwazkirî ye. Herwesa wan daxwaz ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî kiriye ku wî ji bo Ehmed Şera Lûtkeyê venexwîne.”
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Ednan Serac di çavpêkeftineke tilevizyonî de gotibû, “Ehmed Şera daxwaza lêborînê kiriye û tevlî Lûtkeya Erebî li Bexdayê nabe, belkî dê Eshed Şeybanî li şûna xwe bişîne. Ew şêwirmend sedema tevlînebûna Şera ji bo wê yekê vedigerîne ku, di dema borî de artêşa Sûriyeyê ya nû bi Dirûzan re arêşe û alozî çê kirine, lewma wesa difikirin ku Ehmed Şera dê di wê lûtkeyê de bê şermezarkirin, lewma jî naxwaze amade bibe.”
Serokê Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî di peyamekê de ji bo Ehmed Şera dibêje, “Em hêvîdar in ku tu neyêyî Bexdayê. Eger tu bêyî, baş nabe.” Ew peyama Malikî jî wekî gef tê fêmkirin.
Di dema borî de Qeys Xezelî û gelek serkirdeyên din ên Şîe di medyayan de û rasterast jî peyam ji bo Ehmed Şera şandine ku neyên Îraqê.
Ji roja 14 heta 18ê vê mehê, qedexeya hatinçûnê ji bo motorsikil û toktok û erebeyên barhilgir tê ragehandin. Ji roja 15 heta 18ê vê mehê jî li tevaya dezgehên Îraqê bêhnvedana fermî ye, ji bilî Wezareta Perwerdeyê ku niha xwendekar ezmûnan dikin. Bi vî awayî jî Hikûmeta Îraqê dixwaze rêkarên ewlehiyê ji bo birêvebirina Lûtkeya Erebî tund bike.