Zelenskyy bersiva pêşniyara Putin dide

Volodymyr Zelenskyy
Volodymyr Zelenskyy

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê dibêje, “Berdewamkirina şerî bê feyde ye, û ez daxwazê ji Serok Putin dikim ku agirbestê qebûl bike.”

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro (Yekşem, 11.05.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Em li benda agirbesteke berdewam in ku ji sibe ve dest pê dike, û ez ji Rûsyayê dixwazim wê agirbestê qebûl bike ku hevpeymanên Kiyêvê pêşniyar kiriye.”

Volodymyr Zelenskyy herwesa dibêje, “Berdewamkirina şerî bê feyde ye. Herwesa ez dê li roja Pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putin bim, ji bo ku em li ser piroseya aştiyê ya Ukraynayê danûstandinan bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî li ser tora civakî ya “The Truce”ê nivîsiye, “Serokê Rûsyayê naxwaze li ser ragehandina agirbestê bi Ukraynayê re li hev bike, belkî dixwaze li roja Pêncşemê li Tirkiyeyê bi Kiyêvê re danûstandinan li ser bidawîanîna xwînrêtinê bike.”

Donald Trump tekez jî kiriye, “Divê Ukrayna rasterast bi pêşniyara Rûsyayê razî bibe û xwnîrêtin bê bidawîanîn.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî her îro di daxuyaniyekê de pêşniyar kiribû ku, li roja 15ê Gulanê li Tirkiyeyê bi awayekî rasterast bi Ukraynayê re danûstandinan li ser rawestandina şerî bike.

Amaje jî da ku, welatê wî qet danûstandinên bi Ukraynayê re red nekirine.

 
 
Fly Erbil Advertisment