Hemasê bi Amerîkayê re dest bi danûstandinên rasterast kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Du berpirsên bilind ên Hemasê ragehandiye ku, bi Amerîkayê re li ser agirbesta Xezzeyê dest bi danûstandinên rasterast kiriye. Serokwezîrê Irasîlê bi vê yekê nîgeran bûye û ragehandiye, “Em dê pêşniyareke cudatir ji ya Witkoff pêşkêş dikin, bi awayekî ku em kêmtirîn ziraran bidin û zêdetir revandiyan azad bikin.”
Ajansa France Pressê îro (Yekşem, 11.05.2025) ji zarê du berpirsên bilind ên Tevgera Hemasê ya Filistînî ragehand ku, li Dewheya paytexta Qeterê li ser agirbesta Xezzeyê û dabînkirina alîkariyên mirovî danûstandinên rasterast bi şanda Amerîkayê re dest pê kirine û danûstandin jî berdewam in.
Ji aliyekî din ve berpirsekî Hemasê ji medyayên Erebî re ragehandiye, “Hin pêşkeftin di danûstandinên me yên bi Witkoff re li ser agirbestê li kertê Xezzeyê û azadkirina revandiyan de bi dest keftine.”
Herwesa Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff ji kanala 12ê ya Israîlê re ragehandiye, “Amerîka dixwaze revandiyan vegerîne lê Israîl amade nîne wî şerî bidawî bîne.”
Herwesa kanala 13ê ya Israîlî jî ji zarê Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehandiye, “Dibe ku Tevgera Hemasê Êdan Eliksander ku revandiyekî Amerîkayî ye azad bike, wekî amajeyek ji bo razîkirina Trump.”
Kanala 12ê jî li ser zarê Benjamin Netanyahu ragehandiye, “Em dê pêşniyareke cudatir ji ya Witkoff pêşkêş dikin, bi awayekî ku em kêmtirîn ziraran bidin û zêdetir revandiyan azad bikin.”
Malpera Axiosê ya Amerîkayî jî îro (Yekşem, 11.05.2025) li gor çavkaniyeke haydar parve kir, “Nûnerê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff bi rêya Qeter û Misirê bi Hemasê re danûstandinan li ser çêkirina lihevkirinekê ji bo merema azadkirina revandiyên Israîlî dike.”
Malpera Axiosê eşkere jî kiribû, “Herwesa Witkoff dixwaze Israîl jî danûstandinan bike, bi merema ragehandina agirbestê û bicihanîna aştiyê li kertê Xezzeyê.”