Mesrûr Barzanî: Kurdistan bo pêşxistina kertê pîşesazî cihekî guncayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) di merasîmên vekirina pirojeya kargeha çîmentoyê û westgeha karebayê ya Dabînê li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.
Ev jî naveroka gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Amadebûyîyên hêja, mêvanên qedirgiran, hûn gelek gelek bixêr bên û ez gelek dilweş im ku îro em bi we re tevlî merasîmên vekirina vê kompaniya mezin dibin. Berî du salan em hatin vê derê û me berê binyatî ji bo çêkirina kargeha çêkirina çîmentoyê dana, ku ji aliyê Dabîn Group û Power China ve hem hatiye dîzaynkirin û hem jî erkê bicihanîna wê jî bi stûyê xwe ve wergirtiye.
Em berî kêmtir ji du salan li vê derê bûn û di dema xwe de, niha em encamê wê dibînin. Bi rastî cihê destxweşiyê ye ku karekî ji vî rengî û bi vî awayî, bi vê lezê kiriye, cihê serbilindî û şanaziyê ye ku em dibînin şiyanên navxweyî bi alîkariya dostên me li derve ku dikarin kertê pîşesazî bi vî rengî li Kurdistanê ava bikin û ji bo pêngavên mezintir li paşerojê jî destpêkek be.
Cihê dilxweşiyê ye ku em dibînin li vê derê giringiyeke zêde bi mijara jîngehparêziyê hatiye dan û filtera vê hemî dûkelê û vê hemî gaza ku berevajî dibû arêşeyeke xwezayî, niha ev hatiye çarekirin. Ez destxweşiyê li bicihînerên vê pirojeyê dikim, ku mijara jîngehparêziyê li ber çavan wergirtiye û ez hêvîdar im hemî cihên din jî vê yekê li ber çav werbigirin û pareke serekî ya kar û pîşeya wan ew be ku em çawa rêzê li xwezaya xwe bigirin û jîngeha xwe biparêzin.
Berhemê vê kargehê yê çîmentoyê her salê zêdetirî du milyon û 100 tonan e, ku bê goman ev pareke zêde ya pêdivîtiyan li Herêma Kurdistanê û li ser astê Îraqê jî dabîn dike. Gelek pirojeyên din jî yên wesa li Herêma Kurdistanê hene. Ev amajeyê dide wê yekê ku Kurdistan ji bo pêşxistina kertê pîşesaziyê cihekî guncayî ye. Em dê li ser piştevanîkirina kertê taybet ji bo bicihanîna van pirojeyan berdewam bin, ku bikevin di xizmeta xelkê Kurdistanê de.
Ya ku cihê dilxweşiyê ye ew e ku dîsa me bihîst ku zêdetirî hezar û 200 derfetên karî ji bo xelkê deverê peyda bûne, ev jî pareke dî ye ji sozên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi piştevaniya kertê taybet, em derfetên karî jî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê peyda dikin. Ez destxweşiyê li we dikim, ji ber wan karên xweşik ên hûn dikin.
Her bi rex vê pirojeyê ve, pirojeyeke din a mezin a geştyarî li vê derê heye ku bendava Gomespanê ye. yanî ew sozên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina kertê çandinê û pîşesaziyê û geştyariyê dane, hind e em hêdî hêdî berhemên wê dibînin û pareke zêde jê tên bicihanîn. lê ev destpêk e, ev pêngava berahiyê ye, Kurdistan gelek gelek zengîn e û zêdetir derfet hene ku em bikarin li hemî parên din ên Kurdistanê, li hemî cihên din, li hemî bajar û bajarkan, giringiyê bi pêşxistina jêrxaneya aborî bidin. Li wan cihên ku pêdivî be, em giringiyê didin kertê pîşesazî, li wan cihên ku pêdivî be, em giringiyê didin kertê geştyariyê. Kertê çandibnê jî, her wekî hûn dizanin, ev demeke zêde ye ku me weberhênaneke zêde kiriye û me piştevaniya cotyarên xwe kiriye ku ew li ser pêşxistina kertê çandinê berdewam bin.
Ev par hemî bi hev re careke din wê yekê tînin bîra me ku, siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pirrengkirin û berfirehkirina dahata Herêma Kurdistanê û pêşxistina jêrxaneya aborî siyaseteke durist bûye, rewa bûye û em dê li ser wê yekê berdewam bin ku, peywendiyên xwe bi welatên dost û cîran û yên derve jî zêdetir bikin, ji bo ku em zêdetir giringiyê bi pêşxistina Kurdistanê bidin û vejandin li Kurdistanê roj bi rojzêdetir pêş ve biçe. Hindî seqamgirî û ewlehî li deverê berdewam bin, bê goman Kurdistan zêdetir pêngavan ber bi pêşkeftinê diavêje û hemî hêviya me ew e ku xelkê me, xelkê Kurdistanê, ew kesên serdana Kurdistanê jî dikin, bi aramî û ewlehî û bi piştrastî bijîn û berê xwe bidin paşerojeke geştir.
Ez careke din destxweşiyê li bicihînerên vê pirojeya mezin dikim. ez destxweşiyê li Dabîn Group û Power China dikim û ez hêvîdar im her serkeftî bin. Em li bendê ne ku pirojeyên wekî vê û pirojeyên din jî li parên din ên vê Kurdistana me ya xweşevî bên bicihanîn.
Careke din dest xweş, spas ji bo amadebûna we û her serkeftî bin. Kurdistana me her avedan be.