Mesrûr Barzanî serdana pirojeya daulî ya benderê Gomespan - Simaqoliyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 12.05.2025) serdana pirojeya daulî ya benderê Gomespan - Simaqoliyê kir, ku her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi hev re girê dide.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li serperişt û endazyar û karkerên kompaniya bicihanînê (Hêmin Group) kir, ji bo bicihanîna wê pirojeyê bi rengekî baş û pîşeyî û li dû şert û rênimayan.
Pirojeya dualî ya Benderê Gomespan - Simaqoliyê li nêzî pirojeya bendava Gomespanê ye û cadeyên derdora wê bendavê jî vedigire, dirêjiya wê bîst û du kîlometir e û biryar e heta dawiya îsal bê temamkirin.
