Amerîkayê ligel danûstandinên atomî, sizayên nû li ser Îranê sepandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî berdewamiya danûstandinên derbarê dosyeya etomî de, Amerîkayê pakêteke nû ya cezayan li ser Îranê sepand. Ev pêngav di demekê de tê ku hevdîtinên neyekser di navbera herdu welatan de lidar dikevin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser zarê Wezîrê Derve Marco Rubio ragihand, Îran hewl dide bernameya xwe ya etomî berfirehtir bike û weke tekane welatê cîhanê ku bêyî xwedîtiya çekên etomî rêjeya meyandina uranyumê gihandiye %60. Wezaretê herwiha da zanîn ku Îran di lêkolîn û şopandina ji bo berfirehkirina bernameya xwe ya etomî de berdewam e.
Pakêta nû ya cezayên Amerîkayê, sê welatî û aliyên Îranî li xwe digire ku bi hevkariya Îranê di pêşxistina sîstema berevaniyê de tên tometbarkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, tevî ku duh 12ê Gulanê diyar kir ku danûstandinên wan ligel Îranê baş birêve diçin, tekez kir jî ku “di bin ti şert û mercî de nabe Îran bibe xwedî çeka etomî.”
Ev daxuyanî piştî gera çaremîn a danûstandinên neyekser ên di navbera Îran û Amerîkayê de hat, ku roja 11ê Gulanê, li paytexta Omanê, Mesqetê, birêve çûbû. Danûstandin bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Trump bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff, û Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqçî birêve çûn û zêdetirî sê demjimêran dewam kirin.
Derbarê hevdîtinan de, Wezîrê Derve yê Îranê Abas Araqçî ji medyaya welatê xwe re ragihand: “Gera çaremîn a danûstandinan, li gorî gerên borî gelek cidîtir bû.” Araqçî herwiha amaje bi wê yekê kir, “Di danûstandinên me de em ji hin çarçoveyên giştî dûr ketin û ketin nav hûrgiliyên zêdetir û vê yekê jî di van şert û mercan de keş û hewaya danûstandinan dijwartir kiribû.”