Mesrûr Barzanî û Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat pêşxistina çanda pêkvejiyanê tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Patrîkê Sêyê yê Dêra Asûrî ya Rojhilatê li cîhanê tekezê li ser zêdetir pêşxistina çanda tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 13.05.2025) pêşwaziya Patrîk Mar Awayê Patrîkê Sêyê yê Dêra Aşûrî ya Rojhilat li cîhanê kir.

Di wê civînê de rewşa giştî ya Kiristiyanan li Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê hat nîqaşkirin û tekez li ser pêdivîtiya zêdetir pêşxistina çanda tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

 

 
Fly Erbil Advertisment