Letîf Reşîd: Biryara PKKê bo vegerandina ewlehî û tenahiyê li deverê pêngaveke erênî ye

Letîf Reşîd
Letîf Reşîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îraqê piştgiriya xwe ji bo biryara hilweşandina PKKê diyar dike û dibêje ku, ew dê bi hev re bixebitin da ku bigihîjin daxwazên gelên deverê ji bo avakirina têkiliyên erênî û xurt li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd îro (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) di ragehandinekê de pêşwaziya biryara Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo bidawîanîna şerê çekdarî kir.

Serokkomarê Îraqê di wê ragehandina xwe de amaje jî da ku, ew piştgiriyê didin vê biryara PKKê ya ji bo bicihanîna rêya aştiyane û demokratîk ji bo bidawîanîna pevçûn û şerê çekdarî.

Letîf Reşîd herwesa got, “Ev pêngaveke erênî ye ji bo vegerandina ewlehî û tenahiyê li deverê, vekirina rûpeleke nû ye ber bi diyalogeke rastîn û avaker ve, û afirandina hawîrdoreke guncayî ji bo pêkanîna aştiyeke berfireh û berdewam ku dê dawiyê li pevçûn, karesat û êşên bi dehan salan bîne û qonaxeke girîng di pêvajoya siyasî, dîplomatîk û parlemanî de dest pê bike."

Letîf Reşîd amaje jî da ku, ew dê bi hev re bixebitin da ku bigihîjin daxwazên gelên deverê ji bo avakirina têkiliyên erênî û xurt li ser bingeha rêzgirtina dualî, berjewendiyên hevpar, parastina serweriyê û xurtkirina ewlehî, aramî û jiyarxweşiyê ji bo gelên deverê.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) duhî (Duşem, 12ê Gulana 2025ê) encamên kongreya xwe ya 12emîn eşkere kirin û got ku li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê biryar da ku avahiya xwe ya rêxistinî hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike.

 
Fly Erbil Advertisment