Mesrûr Barzanî: Projeya Ronakiyê daxwaza bi salan a welatiyan bû

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Dabînkirina elektrîka 24 seetî projeyeke niştîmanî ye, ku di warê jîngeh û tendirustiyê de gelek feydeyên giştî hene.”

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 14ê Gulana 2025ê) bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civînek li dar xist.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li destpêkê amaje da girîngiya projeya Ronakiyê û got, “Ev proje xaleke pejirandî ya karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ku li Tîrmeha 2019ê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hat pejirandin û li ser bingeha wê bernameyê bawerî bi wê kabîneyê hat dan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ev proje wekî yek ji destkeftiyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê binav kir, ku daxwaza bi salan a welatiyên Herêma Kurdistanê bû û mafekî rewa û bingehîn ê welatiyan jî bû, ku bibe erkê pêşiyê yê vê kabîneyê ji bo rêkxistin û çaksaziyeke cidî di elektirîkê de.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku dabînkirina elektrîka 24 seetî projeyeke niştîmanî ye, ku ji hêla Wezareta Elektrîkê ve tê xwedîkirin û ji hêla hêza kar a kertê giştî ve tê bicîhanîn û gelek feydeyên wê ji hêla jîngeh û tenduristiyê ve hene. Herwesa xerciya wê jî ji bo piraniya xelkî ji ya ku welatî ji bo jenerator û elektrîka niştîmanî bi hev re didin kêmtir e.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li welatiyan jî kir ku, elektrîkê bi berpirsiyarî û li gorî pêdiviyên xwe bikar bînin û îsraf nekin, ji ber ku pîverê xerckirina elektrîkê êdî dê di bin kontrola welatiyan de be û li gorî xerckirinê dê pereyî bidin. Ev jî li dawiyê dê ji bo kêmkirina xerciyên elektrîkê û bikaranîna dahata destkeftî ji piştgiriya bêtir a hevparên tora elektrîkê ya niştîmanî û biserxistina vê projeyê û berfirehkirina wê, ku biryar e heta dawiya sala 2026ê hemî hevparên Herêma Kurdistanê dê ji xizmeta elektrîkê ya 24 seetî feydeyî werbigirin.

 
Fly Erbil Advertisment