Wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Amerîkayê li Antalyayê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên derve yên Amerîka, Sûriye û Tirkiyeyê îro 15ê Gulanê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê dicivin û rakirina cezayên li ser wî Sûriyeyê û hejmarek mijarên din gotûbêj dikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, ew îro pêncşemê li Antalyayê bi hevtayê xwe yê Sûrî Es'ed Şeybanî û hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re civîneke sêalî lidar dixe.
Fîdan di daxuyaniyekê de ji kanala "TRT Haber" re ragihandibû, Tirkiye li gorî "nêrîneke berfireh" nêzîkî dosyeya Sûriyeyê dibe. Da zanîn jî, ev nêrîn ne tenê Tirkiyeyê, lê belê hemû aliyên herêmî yên pêwendîdar lixwe digire û armanc jê "tevlîkirina hemûyan di çareserkirina krîza Sûriyeyê de" ye.
Fîdan her wiha destnîşan kiribû, Tirkiye dixwaze tevahiya aliyan di çareserkirina pirsa Sûriyeyê de beşdar bibin û tekez kir ku pêwîstiya vî welatî bi roleke erênî ya Ewropî û Amerîkî heye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mark Rubio, piştî ku ligel Serok Donald Trump serdana Erebistana Siûdî û Qeterê kiribû, duh çarşemê gihîştibû bajarê Antalyayê, ku tê çaverêkirin danûstandinên Rûsya û Ukrayna di rojên pêş de bên kirin.
Ev civîna îro, piştî hevdîtina duh a di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, Cînişînê Siûdî Mihemed Bin Selman û Serokê Amerîkayê Donald Trump de li Riyadê pêk tê, ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi rêya “online” beşdarî wê hevdîtinê bûbû.