Serok Barzanî ji Bexdayê re: Eger baweriya we bi federalîzmê nemaye, ji me re bibêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Gulana 2025an, di kongreya yekbûna Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de li ser helwesta Bexdayê got: “Eger baweriya we bi federalîzmê nemaye, ji me re bibêjin.”

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê rexne li helwesta Bexdayê ya derbarê Herêma Kurdistanê girt û bang li Bexdayê kir ku eger baweriya wê bi sîstema federalî nemaye, vê yekê bi eşkereyî ragihîne.

Serok Barzanî got: “Divê Bexda li gorî rewatiya Herêmê tevbigere. Cotmeha borî hilbijartin çêbûn û hilbijartinan jî giraniya hemû aliyan nîşan da. Eger çend kes ji ber çi mebestê be, xwe pê qaneh bikin, gilî bikin û li gorî wan tevger bê kirin, ev binpêkirina destûrê, rewatiyê û her tiştî ye.”

Herwiha got: “Werin li gorî Herêmê tevbigerin. Eger mebest ew e ku federalîzm nemaye, bila bi eşkereyî ji me re bêjin ku baweriya me bi federalîzmê nemaye. Wê demê yê ku qebûl bike, dê qebûl bike, yê ku qebûl neke jî, dê biryara xwe bide. Lê serederiya ku niha li gel Herêmê tê kirin, ne ya federalîzmê ye.”

Derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî, Serok Barzanî wiha axivî: "Eger hemû aliyên siyasî bixwazin Iraq aram bibe û xelkê wê bextewar be, divê vegerin ser her sê bingehên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê ku piştî sala 2003an Iraq li ser wan hatiye damezrandin. Eger ew neyê kirin, ez bawer nakim ku rewşa Iraqê aram bibe."

 
Fly Erbil Advertisment