Yekem civîna rasterast a Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ukraynayê dibêje ku, ew tevlî danûstandinan nabe ji ber ku hevtayê wî yê Rûs Vladimir Putin red kiriye ku tevlî wê civînê bibe.

Danûstandinên Rûsya û Ukraynayê îro (În, 16ê Gulana 2025ê) li Stenbolê dest pê dikin, tevî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevlî wan danûstandinan nabe û roja bertir ew yek ragehandibû.

Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragihand, “Tirkiye tevlî danûstandinên îro yên navbera Rûsya û Ukraynayê dibe, wekî bizaveke dîplomatîk ji bo bidawîanîna şerê navbera wan herdu welatan.”

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, civîna berpirsên Tirkiye, Amerîka û Ukraynayê li serê sibeha îro tê lidarxistin, wekî amadekarî ji bo civîna paştir a navbera Rûsya û Ukraynayê bi navbeynkariya Tirkiyeyê.”

Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimir Medinsky serokatiya şanda Rûsyayê dike, Wezîrê Bergiriyê yê Ukraynayê Rustem Umerov jî serokatiya şanda Ukraynayê dike. Tevî wan jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio di wan danûstandinan de amade dibe.

Li gorî zanyaran, di danûstandinên îro de gengeşe li ser agirbesta 30 rojî tê kirin, dibe ku mijarên mirovî jî li ser maseya gengeşe û danûstandinan bên danan.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê duhî ragihand, “Civîna navbera Rûsya û Ukraynayê piştî sê salan ji şer û aloziyan bi amadebûna nûnerên Tirkiyeyê tê lidarxistin.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment