Ukrayna: Sêyem balafira şerî ya F-16 a Amerîkayî ket

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêza asmanî ya Ukraynayê di ragehandinekê de amaje daye ku, balafireke şerî ya F-16 li serê sibeha îro ji dest daye.

Hêza asmanî ya Ukraynayê îro (În, 16ê Gulana 2025ê) ragihand, “Balafireke F-16 a Amerîkayî ji ber rewşeke awarte ketiye, lê balafirvan bi silametî filitiye.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Li gorî zanyarên destpêkî, di balafirê de rewşeke awarte çê bûye, balafirvan karî balafirê ji cihê akincîbûnê dûr bixe û ew bi xwe jî bi silametî jê derketiye.”

Ev sêyemîn balafira şerî ya F-16 a Amerîkayî ye ku ji sala borî ve li Ukraynayê dikeve an jî tê xistin.

Pêştir jî pişka Ukraynayî ya BBCê ji zarê çavkaniyên hikûmeta Ukraynayê ve parve kiribû ku, mûşekên Rûsyayê li herêma Sûmî ya li bakur-rojhilatê Ukraynayê balafireke şerî ya F-16 êxist û balafirvanekî Ukraynayî hat kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment